Navçeya Kesk a Bexdayê bi 4 mûşekan hat armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, Navçeya Kesk a Bexdayê bi 4 mûşekan armanckirin.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê aşkere kir, îro 30î Tebaxa 2022an, 4 mûşek li Navçeya Kesk a Bexdayê ketin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê zengilê hişyariyê lê da û sîstema berevaniya asmanî xiste kar.

Ev di demekê de ye ku roja duşemê 29ê Tebaxa 2022an Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir destê xwe ji karê siyasî vekişand, piştre alîgirên Sedir derbasî Navçeya Kesk kirin û rewşa Bexdayê aloz bû.

Ji ber alozî û pevçûnên di navbera xwepêşanderan û hêzên çekdar ên li Navçeya Kesk de, 20 xwepêşanderan canê xwe ji dest dane û zêdetirî 300 xwepêşander jî birîndar bûne.