Mesrûr Barzanî: Em amade ne hevkar bin ji bo vegera aştî û aramiyê bo Iraqê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Pêwîstiya wê bi çareseriyek mayînde heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rewşa Iraqê de pêwendî bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo vegerandina ewlehiyê bo Iraqê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” belav kir û nivîsî: “Ez ji qonaxa nû ya tundûtûjiya li Iraqê pir dilgiran im. Ez bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re axivîm. Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hevkar be ji bo vegera aştî û aramiyê bo hemû welat.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Niha dema diyalogeke vekirî û zelal li ser pirsgirêkên kûr û giran ên ku welat pê re rûbirû ye, hatiye. Divê em hemû bi wêrekî cûdahiyên hev nas bikin û qebûl bikin. Rewşa em hemû tê de ne, pêwîstiya wê bi çareseriyek mayînde heye.”