Roja duyem a hêrsbûna Sedriyan.. Şerê kolanan li Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Navçeya Kesk a Baxdayê şer û pevçûn berfireh bûne û alîgirên Tevgera Sedir û alîgerên Çarçoveya Hevahengiyê rûbirûyî bi çekên curbicur û RPG rûbirûyî hevdu dibin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê da zanîn, îro şer û pevçûn li Navçeya Kesk, li pêş avahiya parlamentoyê û kolanên Bexdayê rû didin û çekên nîvgiran wek RPG û Hawinan jî tên bikaranîn.

Peyamnêrê me got, çekdaran berbest û dîwarê çementoyî hilweşandine û beşeke mezin ji Nevera Kesk kontrol kirine, hêzên Îraqî heta niha destêwerdan nekirine û di otomobîlên xwe de ne.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, heta niha 30 kes di şer û pevçûnan de hatine kuştin û hejmarek mezin jî birîndar bûne.

Diyar kir jî, beşek mezin xelkê li nêzîkî Navçeya Kesk rûniştine, ji malên xwe derketine û ber bi cihên aram çûne.

Her îro danê sibê jî,4 mûşek li Navçeya Kesk a Bexdayê ketin û Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê zengilê hişyariyê lê da û sîstema berevaniya asmanî xiste kar.

Ev rewş aloziya li bexdayê, piştî wê tê, duh Duşemê 29ê Tebaxa 2022an Rêberê Tevgera Sedirê, Muqteda Sedir destê xwe ji karê siyasî vekişand, piştre alîgirên Sedir derbasî Navçeya Kesk kirin û piştre Fermandariya Operasyonên Hevbeş qedexeya hatûçûna giştî li Iraqê ragihand.

Serok Mesûd jî derbarê aloziya li Bexdayê şeva borî di peyamekê de ragihand “Em gelek nîgeran in li hember bûyer û geşedanên van demên dawî yên Iraqê. Ez hêvîdar im hemû alî hest bi berpirsyariyê bikin û bi xwe de biçin û ji bo yekalîkirina nakokiyên xwe çek û tundûtûjiyê bi kar neynin.”

Her wiha Serok Barzanî hêvî xwast ku aliyên Iraqî bîr li wan çareseriyan bikin ku xêr û berjewendiya gel û welat tê de be.