Hadî Amirî: Destpêşxeriya Muqteda Sedir wêrek e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, pêşwazî li destpêşxeriya Muqteda Sedir kir û bi wêrek bi nav kir.
Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî ku di nava Hepeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê de ye îro di daxuyaniyekê de ragihand, destpêşxeriya Muqteda Sedr wêrek e û cihê pesnê ye.
Hadî Amirî diyar kir, “ev destpêşxerî di demek hestiyar de hat ku dijmin li benda berfirehbûna rewşa şerê birakujiyê bûn.
Li Navçeya Kesk a Baxdayê îro danê sibê şer û pevçûn berfireh bûn û alîgirên Tevgera Sedir û alîgerên Çarçoveya Hevahengiyê rûbirûyî bi çekên curbicur û RPG rûbirûyî hevdu dibin. Piştre Sedir di konferanseke rojnamevanî de rijandina xwîna Iraqiyan heram kir û daxwaz ji alîgirên xwe kir ku ji Navçeya Kesk vekişin.
Her wiha Hadî Amirî piştgiriya xwe jî ji bo xalên ku di vê destpêşxeriyê de hatine nîşan da û bang li hemû aliyan kir ku “bi heman awayî ji bo rêgirtina li rijandina xwînê û têkbirina fitneyê, Muqteda Sedir mînak bigirin.”
Ji aliyekî din ve jî, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî got, “banga Sedir ji bo rawestandina tundûtûjiyê, asta herî bilind a niştimanperwerî û parastina xwîna Iraqan e.”