Urdin û Erebistan daxwaza aramkirina rewşa Iraqê dikin

Karvedanên navdewletî yên derbarê alozbûna rewşa siyasî ya Iraqê de didomin.

Hewlêr (K24) – Karvedanên navdewletî yên derbarê alozbûna rewşa siyasî ya Iraqê de didomin, welatên Urdin û Erebistana Siûdî daxwaza aramkirina rewşê ji aliyên Iraqî dikin.

Şahê Urdinê Ebdullah di du pêwendiyên telefonî de ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kaizmî piştevaniya welatê xwe ji bo parastina asayîş û seqamgîriya Iraqê nîşan da.

Şah Ebdullah hêviya xwe aniye ziman ku aliyên Iraqî bi rêya gotûbêjê nakokiyên xwe yên siyasî derbas bikin ji bo parastina asayîş û seqamgîrî û avedaniya welatê xwe.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî di daxuyaniyekê de daxwaza yekrêziyê ji aliyên siyasî yên Iraqê dike ji bo aramkirina rewşê.

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî diyar kiriye, ji bi parastina şiyan û destkeftên welat û parastina xelkê, divê hemû aliyên siyasî yekrêz bin bo derbaskirina vê rewşa aloz a Iraqê.