Bafil Talebanî: Di pûçkirina merama fitneyê de rola mezin a helwesta Sedir hebû

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ji ber bidawîanîna aloziyên Bexdayê, pesnê helwesta Muqteda Sedir da.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî

Hewlêr (K24) – Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ji ber bidawîanîna aloziyên Bexdayê, pesnê helwesta Muqteda Sedir da.

Bafil Talebanî diyar kir: “Helwesta hekîmane ya cenabê Muqteda Sedir û muameleya hêja ya serkirde û hêzên niştimanî, rola wan a mezin hebû di pûçkirina merama fitne û nakokiyê de.”

Talebanî destnîşan kir, bi îrade û hîkmet dikarin vê rewşê derbas bikin ji bo çespandina yekrêzî û berdewamiya avakirinê.

Serokê YNKê Bafil Talebanî ji hemû aliyan daxwaz jî kir, bi hev re hewl bidin ji bo aştî û pêşketinê, ji bo avakirina Iraqeke seqamgîr û avedan ji bo hemû pêkhateyan.