James Jeffrey: Beşek ji hêzên siyasî yên Iraqê li dijî destwerdana Îranê ne

“Amerîka dost û hevalê Kurdên li Herêma Kurdistanê û parçeyên din e.”
Nûnerê berê yê Serokê Amerîka yê Karûbarên Sûriye û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê James Jeffrey
Nûnerê berê yê Serokê Amerîka yê Karûbarên Sûriye û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê James Jeffrey

Hewlêr (K24) – Nûnerê berê yê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriye û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê James Jeffrey ragihand, Kurd li Herêma Kurdistanê û parçeyên din, dost û hevalên me ne û divê Amerîka di bûyerên Iraqê û rêgirtina destwerdanên Îranê de roleke zêdetir bilîze.

James Jeffrey beşdarî bultena Kurdistan24ê bû û li ser rola Amerîkayê ya li Iraqê diyar kir: “Ti gumanek di wê yekê de tune ye ku di mijara Iraqê de bandoreke mezin a Îranê heye. Îran zexteke mezin li Iraqê û beşeke Sûriyê dike. Tiştê ku li Lubnanê jî dike, sedema wê ew e ku Amerîka li navçeyê aktîv nîne ku sînorek deyne ber Îranê.”

Jeffrey destnîşan kir: “Divê her kes bizane ku xelkê Amerîkayê di wê baweriyê de ye ku Rojhilata Navîn ji bo Amerîkayê gelek girîng e, lê belê divê pirsyar ji îdareya Biden were kirin ku çima li ser mijarên girîng ên navçeyê rola xwe nalîze.”

Li ser pêgeha Iraqê di siyaseta Biden de, James Jeffrey got: “Biden di wê baweriyê de ye ku bandoreke mezin a Iraqê heye û girîng e, biryarên girîng jî derbarê Iraqê de dane. Em ji sala 2011an ve vekişiyane, lê belê hêzên siyasî yên Iraqê rola xwe nelîstin ji bo temamkirina projeya Amerîkayê.”

Herwiha eşkere kir: “Ez nizanim çima me weke pêwîst gav neavêtine ji bo ku em rola xwe li Iraqê bilîzin.”

James Jeffrey li ser rewşa niha ya Iraqê got: “Iraq ji ber çend sedeman gihîştiye vê rewşê, çimkî Amerîka û cîhana derve weke pêwîst piştevanî nekirin û sînor dananîn ber Îranê ku destwerdanê neke.”

Jeffrey destnîşan kir: “Beşek ji hêzên siyasî yên Iraqê li dijî destwerdana Îranê ne, diviyabû civaka navdewletî û Amerîka jî destwerdanê bikin.”

Herwiha got: “Sûriye, Iraq, Lîbya, Yemen û Lubnan ji ber destwerdana Îranê, neseqamgîr bûne û Amerîkayê jî rola xwe nelîst. Pênc hezar serbazên Amerîkayê li Iraqê hatine kuştin, lê belê ew bi cih hiştin da ku Îran wisa destwerdanê bike.”

Li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê got: “Em ligel hemû Kurdên Îran û beşên din û bi taybetî Herêma Kurdistanê, weke hevbeşên xwe dibînin û di sala 1979an de me ligel wan kar kiriye û pêwendiyên me yên baş ligel Kurdên Tirkiyê û birayên me yên li Sûriye û Iraq û Îranê hene. Ew hemû bêyî ciyawazî dost û hevpeymanên me ne.”

Derbarê mijara konfederaliyê de ji bo Herêma Kurdistanê, James Jeffrey got: “Ez piştevaniya sîstema federaliyê dikim ku di destûrê de hatiye.”

Li ser Rojavayê Kurdistanê, Jeffrey got: “Amerîka ti car nahêle rejîma Sûriyê nêzîkî hêzên me yên li Rojavayê Kurdistanê bibe, eger were pêş, me ew agahdar kirine ku encama wê dê xirab be.”

James Jeffrey herwiha diyar kir: “Tevî pêwendiyên me yê hevbeş, Amerîka ji sala 2019an ve Tirkiye agahdar kiriye ku nabe ti gaveke serbazî li Rojavayê Kurdistanê encam bide. Agirbesta ku hatiye kirin, heta niha aktîv e. Li gor hevtêgihîştina me, nabe Tirkiye were pêş û eger were pêş, Amerîka dê hêrs bibe.”