Wezîrê Derve yê Iraqê hûrgiliyên serdana xwe ya bo Îranê eşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Iraqê ragihand, Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên ligel hevtayê xwe yê Erebistana Siûdî Mîr Feysel Bin Ferhan “encamên serdana xwe ya vê dawiyê bo Îranê” gotûbêj kiriye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El-Sehaf di daxuyaniyekê de got: “Her du aliyan encamên serdana Tehranê û bandora wê ya erênî li ser pêwendiyên dualî yên Riyaz û Tehranê gotûbêj kirin.”

Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî di dema pêşwaziya Wezîrê Derve yê Iraqê de ku welatê wî mêvandariya gerên danûstandinên Tehran û Riyazê kiribû, piştrast kir ku dubare avakirin û bihêzkirina pêwendiyên Îran û Erebistana Siûdî, xizmeta ewlehiya herêmê dike.

Li gor nûçeya ajansa “IRNA” ya Îranê, Reîsî hewlên hikûmeta Iraqê di karûbarên herêmê de bilind nirxand û got: Destpêşxerî û tedbîrên Iraqê ji bo baştirkirina atmosfera hevkariyê di navbera welatên herêmê de bêyî destêwerdanên derve, dê bandorê li bihêzkirina hevgirtina herêmê bike.

Raîsî diyar kir ku 5 gerên gotûbêjên Îran û Erebistanê yên bi navbênkariya Iraqê sûdmend bûn û got: “Bi temambûna cîbicîkirina rêkeftinên berê re, dê rê li ber berfirehkirina pêwendiyan bê vekirin.”

Li gorî nûçeya “IRNA”, Fûad Husên tekezî li rola dewleta Iraqê ya di warê başkirina pêwendiyên di navbera Îran û Erebistanê de kir.

Biryar bû di van çend rojan de gera şeşemîn a danûstandinên Îran û Siûdiye bi navbênkariya Iraqê bihata kirin, lê ji ber aloziyên siyasî yên Iraqê hat paşxistin.