Li Tirkiyê di 24 demjimêran de, nêzîkî hezar koçberên neyasayî hatine desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di heyama 24 demjimêran de, nêzîkî hezar koçberên neyasayî hatin desteserkirin.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê di heyama 24 demjimêran de li bajar û bajarokên beravên nêzîkî Yunanistanê, nêzîkî 600 koçberên xwestin derbasî Yunanê bibin desteser kirin.

Berpirsên Ewlekariya Beravên Tirkiyê dan xuyakirin, zedetirî 400 koçberên ku ji hêla Yunanistanê ve hatine vegerandin û di nava deryayê de ase mabûn jî hatine rizgarkirin.

Hêzên ewlekariya Tirkiye li Bakurê Kurdistanê bajarê Wanê jî, şeş kes bi tometa kaçaxiya mirovan binçavkirin.

Wezareta Koç û Koçberan a Tirkiyê piştrast kir ku nêzîkî 74 hezar koçberên neyasayî ji wî welatî hatine dersînorkirin, ji wan 2 hezar û 383 kes di navbera 19 û 25ê Tebaxê de ne. Ev koçber ji Afganistan, Pakistan û welatên din tên.

Koçber hewl didin di sînorê Tirkiye-Bûlgarîstan û Tirkiye-Yewnanistan, bi rêya bejahî û deryayî re xwe bigihînin Ewropayê, polîsên Tirkiyê jî bi awayên curbecur rê li ber hewildanên ketina nav sînorên xwe digirin.

Berpirsên Tirk diyar dikin ku ji destpêka îsal ve rê li ber 200 hezar û 897 koçberên neyasayî hatine girtin ku derbasî wî welatî bibin.

Li gorî raporeke rêxistina Sûriyeyî ji bo Rastî û Dadperweriyê jî, ji sala 2019an ve penaberên Sûriyê di bin navê “vegera dilxwazî” de bi darê zorê bo bakurê Sûriyê tên şandin.