Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê: Divê rêz li girêbestên petrolê were girtin

Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê: Em piştevaniya diyaloga Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqê re yên derbarê berhemên petrol û gazê de dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê ragihand, piştgîriyê li guftûgoyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqê re yên di warê berhemên petrol û gazê de dikin û divê rêz li girêbestên petrolê were girtin.

Konsulxaneya Giştî ya Amerîka li Hewlêrê îro 31ê Tebaxê di daxuyaniyekê de ragihand, Konsulê Amerîka li Hewlêrê Irvin Hicks Jr bi Wezîrê Samanên Sirûştî ya Herêma Kurdistanê Kemal Mihemed Salih re hevdîtin kiriye û diyar kir, ew mirovekî xwedî karekî mezin ku hem di Wezareta Elektrîkê û hem jî di Wezareta Samanên Sirûştî de cih digire.

Da zanîn jî: “Em piştgirî didin çaksaziyên ku dibin sedema baştirbûna sektora elektrîkê de û hewildanên ji bo kêmkirina derçûna gazên ku ziyanên digihînin jîngehê yên di sektora neft û gazê de.”

Di daxuyaniyê de hat got: “Em piştevaniya diyaloga Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Iraqê re yên derbarê berhemên petrol û gazê de dikin û em hevnêrîn in ku divê rêz li girêbestên hene were girtin.”

Ev helwesta Konsulxaneya Amerîka derbarê dosya petrola Herêma Kurdistanê de piştî wê te, Dadgeha Federal a Iraqê di meha Sibata borî derbarê petrola Herêma Kurdistanê de biryar dabû ku divê petrola Herêma Kurdistanê bikeve bin desthilata hikûmeta navendî, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew biryar red kir û nedestûrî bi nav kir.