Mîtîngên 1ê Îlonê dê li Wan û Silopyayê birêve biçin

Bernameya çalakiyên 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî diyar bû
author_image Hesen Kako

Diyarbekir (K24) – Di çarçoveya pîrozbahiyên 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî de dê li Wan û Silopyayê mîtîng bên lidarxistin.

Çalakiyên 1ê Îlonê ji aliyê Hêzên Ked û Demokrasiyê ku ji partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl pêk tên ve dê werin birêvebirin. Îsal li bajarên Bakurê Kurdistanê tenê li Wan û navçeya Silopya ya Şirnexê dê mîtîngên 1ê Îlonê birêve biçin. Li bajarên wekî Mêrdîn, Batman, Êlih û Edene û navçeyan dê kongreyên rojnamegerî werin lidarxistin.

Di mîtîng û kongreyên rojnamegerî de Hêzên Ked û Demokrasiyê dê daxwazên aşitî, aramî, azadî û wekheviyê bînin zimên.

Mîtînga Wanê dê li Parka Musa Anter demjimêr 16.00an dest pê bike.  Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan û parlementer dê beşdarî mîtînga Wanê bibin. Hunermend Azad Bedran û Koma Sojiyan dê konserê pêşkêş bikin.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê li Parka Newrozê dê demjimêr 17.00an mîtîng dest pê bike. Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar û parlementer dê beşdarî mîtîngê bibin û gotaran pêşkêş bikin.  Hunermend Kadîr Çat û Koma Awazên Botan dê konserê pêşkêş bikin.