Tendirustiya Kerkûkê zimanê Kurdî li ser nivîsên fermî paşguh dike

Li gor nivîseke Tendirustiya Kerkûkê, êdî dayîna destûra tendirustiyê ji bo kargeh û cihên karkirinê, divê tenê bi zimanê Erebî be.
Kerkûk
Kerkûk

Hewlêr (K24) – Li gor nivîseke Tendirustiya Kerkûkê, êdî dayîna destûra tendirustiyê ji bo kargeh û cihên karkirinê, divê tenê bi zimanê Erebî be.

Li gor nivîsa ku ji beşa pişkinîna tendirustiyê re hatiye şandin, hemû nivîsên destûra tendirustiyê ji bo kargeh û cihên karkirinê, divê bi zimanê Erebî be.

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve, zimanê Kurdî li saziyên fermî yên Kerkûkê roj bi roj zêdetir tê paşguhkirin.

Ji ber hewldanên erebkirinê yên li Kerkûkê, gelek rêveberên Kurd ên saziyan ji karên xwe hatine dûrxistin û li şûna wan rêveberên Ereb ên naverast û başûrê Iraqê hatine danîn.

Li gor destûra Iraqê, zimanê Kurdî li cem zimanê Erebî, zimanê fermî yê dewletê ye û divê li ser logo û nivîsên fermî yên Iraqê hebe.