Li Mêrdîn û Colemêrgê çalakî heta 15 rojên din hat qedexekirin

Colemêrg
Colemêrg

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Parêzgeha Mêrdîn û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê qedexeya her cure çalakiyên giştî û daxuyaniyên rojnamevanî heta 15 rojên din hat dirêjkirin.

Parêzgariya Mêrdîn û Colemêgê di du daxuyaniyên cuda de ragihand, qedexeya çalakiyên giştî, meş, vedana çadiran û daxuyaniyên rojnamevanî heta 15 rojên din hat dirêjkirin.

Berî niha jî li her du parêzgehan qedexe hatibû ragihandin û ew qedexe roja 31ê Tebaxê bi dawî bû, lê îro 1ê Îlonê dîsa ew qedexe hate dirêjkirin.

Dirêjkirina qedexeya her cure çalakiyan di demekê de, îro 1ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanî ye û HDP plan dike li hin bajar û bajarokan mîtîng û çalakiyan li dar bixe.