SOHR: Hêzên Tirkiyê jinek li Idlibê kuşt

Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan (SOHR) ragihand, jineke 26 salî ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatiye kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan (SOHR) ragihand, jineke 26 salî ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve li devera Derkoş a li gundewarê Idlibê bi guleyekê hate kûştin.

Li ser malpera Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan (SOHR) hatiye diyarkirin, îro pêncşemê, li devera Derkoş a li gundewarê Idlibê, jineke 26 salî ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hat kuştin.

Herwiha hatiye destnîşankirin, ji destpêka sala 2022yan ve heya niha, 16 kes li seranserê Sûriyê ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatine kuştin ku 3 ji wan zarok in. Ji destpêka salê ve, 24 sivîl jî bi gulleyên hêzên Tirkiyê birîndar bûne.