Polanda daxwaza 1300 milyar Euro qerebû ji Almanyayê dike

Hikûmeta Polandayê qebareya ziyanên welatê xwe di Şerê Cîhanî yê Duyem de bi 1300 milyar Euro hesab kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Polandayê qebareya ziyanên welatê xwe di Şerê Cîhanî yê Duyem de bi 1300 milyar Euro hesab kiriye û ji Almanyayê daxwaz dike ku vê ziyanê qerebû bike.

Cîgirê Serokwezîrê Polandayê û Serokê Partiya Yasa û Dadgerî Jaroslaw Kaczynski îro pêncşemê 1ê Îlona 2022yan di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew ji Almanyayê daxwaz dikin, derbarê qerebûkirina ziyanên ku gihîştine welatê wan di Şerê Cîhanî yê Duyem de, tê texmînkirin ku 1300 milyar Euro ye.

Jaroslaw Kaczynski destnîşan kiriye, mekanîzmaya wergirtina vê qerebûyê dê aloz û demdirêj be, ev jî bi danûstaninên wan ên ligel Almanyayê yên derbarê naveroka vê mijarê ve girêdayî ye.

Di 1ê Îlona 1939an de Artêşa Almanyayê bi fermana Adolf Hitler, bi hêzeke mezin êrîşî Polandayê kir û ew welat dagir kir, ku ev bû sedema destpêkirina Şerê Cîhanî yê Duyem. Di wî şerî de 66 hezar welatiyên Polandayê hatin kuştin.