Ayhan Bîlgen: Divê Tirkiye ligel hemû aliyên li Sûriyê li hev bike

Serokê Partiya Dengê Tirkiyê (SES) Ayhan Bîlgen ragihand, di avakirina Suriyê de divê Kurd, Tirkmen, Nasurî, Sunnî hemû alî hebin.
Serokê Partiya Dengê Tirkiyê (SES) Ayhan Bîlgen
Serokê Partiya Dengê Tirkiyê (SES) Ayhan Bîlgen

Enqere (K24) – Serokê Partiya Dengê Tirkiyê (SES) Ayhan Bîlgen ragihand, di avakirina Suriyê de divê Kurd, Tirkmen, Nasurî, Sunnî hemû alî hebin û got: “Tirkiye eger bixwaze sînorên xwe biparêze lazim e ligel hemû aliyên li Sûriyê li hev bike.”

Tirkiye ev heyamek e hewl dide bi rejîma Esed re li hev bike û di heman demê de operasyonekê li ser Rojavayê Kurdistanê pêk bîne.

Derbarê vê polîtîkaya Tirkiyê de Serokê Partiya Dengê Tirkiyê (SES) Ayhan Bîlgen di daxuyaniya çapemeniyê de ragihand ku Tirkiye lazîm e li Suriyê li gel hemû aliyan hevdîtinan pêk bîne û ji bo çareseriyeke mayînde hewl bide, egerna dê barê Tirkiyê giran be.

Ayhan Bîlgen diyar kir: “Ji bo aşitiyeke mayînde ya li Sûriyê beriya her tiştî lazim e agirbesteke mayînde bê ragihandin û li ser maseya çareseriyê hemû aliyên civakî yên Sûriyê cih bigrin. Di avakirina Suriyê de hewce ye Kurd, Tirkmen, Nasurî, Sunnî hemû alî hebin. Tenê bi polîtîkayên şer û operasyonan hûn nikarin Sûriyê çareseriyekê peyda bikin. Tirkiye eger bixwaze sînorên xwe biparêze lazim e ligel hemû aliyên li Sûriyê li hev bike.”

Herwiha got: “Ji bo ku Kurdên li Rojava bihêztir li ser maseya çareseriyê cih bigrin pêwîst e Tirkiye serkêşiyê bike. Lê belê eger Tirkiye her berê xwe bide polîtîkayên şer dê berdêla vê yekê bo Tirkiyê giran be û dê barê wê yê penaberan jî sivik nebe.”