Pirtûka "Yekîtiya Ewropayê û Pirsa Kurd" hat çapkirin

Zanîngeha Neteweyên Yekbûyî pirtûka " Yekîtiya Ewropayê û Pirsa Kurd" a lêkolîner Zana Helo Kurde çap kir.

Hewlêr (K24) – Zanîngeha Neteweyên Yekbûyî pirtûka " Yekîtiya Ewropayê û Pirsa Kurd" a lêkolîner Zana Helo Kurde çap kir.

Nivîskarê pirtûkê Zana Helo Kurde ji Kurdistan24ê re ragihand: “Ev pirtûk li ser bingeha doktoraya min e, ku min di sala 2021ê de li Zanîngeha Azad a Brukselê nivîsand.”

Zana Helo Kurde li ser naveroka pirtûkê diyar kir: “Ev pirtûk, lêkolîneke berfireh a akademîk e li ser siyaset û muameleya Ewropayê ligel Pirsa Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê.”

Kurde destnîşan kir: “Pirtûk ji heşt beş û 175 rûpelan pêk hatiye, çar beşên wê li ser muameleya Yekîtiya Ewropayê ligel her çar parçeyên Kurdistanê, beşên din jî ji pêşgotin, behskirina metodolojî, teorî û çarçoveya lêkolînê û lîsteya çavkaniyan e.”

Herwiha eşkere kir ku piştî temambûna doktoraya wî, Zanîngeha Neteweyên Yekbûyî pê re ketiye têkiliyê û pêşniyar kirine ku vê lêkolînê, weke pirtûkekê belav bikin.