Di mîtîngên 1ê Îlonê de peyamên aştî û aramiyê hatin dayîn

Li navçeya Silopî ya Şirnexê, ji aliyê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ve mîtînga 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî hat birêvebirin.
Silopî
Silopî

Silopî (K24) - Li navçeya Silopî ya Şirnexê, ji aliyê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ve mîtînga 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî hat birêvebirin. Di mîtîngê de Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar got; têkoşîna wan ji bo aşitî û demokrasiyê ye û ew dixwazin pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane bê çareserkirin. Welatiyên ku beşdarî mîtîngê bûn jî daxwazên xwe yên ji aşitî, aramî û wekheviyê anîn zimên.

Li navçeya Silopya ya Şirnexê ji aliyê Hevpeymaniya Ked û Azadiyê ve li Qada Newrozê mîtînga 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî hat sazkirin. Ji gund, navçe û bajarên Bakur bi hezaran welatî beşdarî mîtîngê bûn. Welatiyên ku bi cilûbergên xwe yên herêmî beşdarî mîtîngê bûn goveng gerandin, diruşmên aşitiyê berz kirin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Mîthat Sancar, di gotara xwe de rexne li siyaseta desthilatdariya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan girt û got: ji ber zilm û zordestiyê divê em li dijî şer derkevin.

Mîthat Sancar diyar kir: “Desthilatdarî hêza xwe ji pirsgirêka kurd û çaresernekirina vê pirsgirêkê digire. Divê em li dijî vê siyasetê derkevin; divê em ji bo aşitiyê tifaqa demokratîk pêk bînin.  Dijminatiya li dijî kurdan li navçeyê dibe sedema şer û aloziyan. Werin em li dijî vê siyasetê têkoşîna xwe berz bikin, werim em ji bo aşitî, demokrasî, azadî û wekheviyê bi hev re têbikoşin.”

Îsal mîtîngên 1ê Îlonê bi dirûşmên ‘Şer dide windakirin, aşitî dide qezençkirin’ hatin lidarxistin.  Di mîtîngan de mijara gotaran jî aşitî bû. Welatiyên ku beşdarî mîtîngan bûyîn gotin ku bi salane kurd rastî gelek êş û azarên giran hatine û êdî ew dixwazin bi aşitiyeke mayînde dawî li van êş û azaran bînin.

Welatiyê bi navê Mehmet Nûrî Tong ji K24ê re diyar kir: “Peyama me ev e; em dixwazin li Tirkiye, Îran û Sûrî pirsgirêka kurd bi riya aşitî, siyasî û demokrasiyê  bê çareserkirin. Em  miletê kurd em jî dixwazin bi nasname û çanda xwe bi serferazî bijîn.”

Dayîka bi navê Emîna Demîr jî got: “Em dixwazin hemî rojên me wekî van rojan xweş bin. Em dixwazin azadî, aşitî, dadwerî hebe. Em dixwazin ev xwîn neyê rijandin. Em hemî destê xwe bidin hev kurd, tirk, ereb, çerkez, êzidî be kî be em hemû li ser vê erdnîgariyê dijîn, me hemiyan aşitî, xweşî û yekitî divê.”

Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran welatî li qadê kom bûne û di 1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanî de daxwaza azadî aşitî û wekheviyê dikin.