Ji ber şer û pevçûna di navbera du malbatan de du kes birîndar bûn

Derengê şeva borî li gundekî sînorê Nahiya Serkepkan a ser bi navçeya Ranye, şer û pevçûn di navbera du malbatan de rûda û di encamê de du kes birîndar bûn.

Ranye (K24) – Derengê şeva borî li gundekî sînorê Nahiya Serkepkan a ser bi navçeya Ranye, şer û pevçûn di navbera du malbatan de rûda û di encamê de du kes birîndar bûn û heft kes jî hatin desteserkirin.

Rêveberiya Polîsê Raperîn eşkere kir, hêzên wan li ser bûreyeke şerkirinê li gundê Delalan ê ser bi nahiye Serkepkan hatine agahdarkirin û hêzên wan demildest gihîştine cihê bûyerê.

Herwiha eşkere kir ku polîsê Raperîn bûyer kontrol kiriye û di encama şerê navbera du malbatan de du kes birîndar bûne û bo nexweşxaneyê hatine veguhestin, li nexweşxaneyê tedawiya pêwîst bo wan hatiye kirin û rewşa wan a tendirustiyê baş e.

Rêveberiya Polîsê Raperîn ragihand, derbarê bûyerê de lêpirsîn dest pê kiriye û bi biryara dadger, heft kes hatine desteserkirin û lêkolîna li ser bûyerê didome.