Aktoreke Kurd li Lubnanê xelata baştirîn aktora jin bi dest xist

Grûpa Şanoyê ya Hewar li Kerkûkê bi nûnertiya Kurdistan û Iraqê beşdarî Festîvala Navdewletî ya Trablusê li welatê Lubnanê bû.

Hewlêr (K24) – Aktora Kurd a nişteciya Kerkûkê di Festîvala Navdewletî ya Trablusê ya Lubnanê de xelata baştirîn aktora jin bi dest xist.

Grûpa Şanoyê ya Hewar li Kerkûkê bi nûnertiya Kurdistan û Iraqê beşdarî Festîvala Navdewletî ya Trablusê li welatê Lubnanê bû.

Şanoger Hewar Faris ku di festîvalê de xelata baştirîn aktora jin bi dest xist, ji K24ê re got: “Hesteke xweş bû ku me bi cilûbergên Kurdî û Ala Kurdistanê beşdarî festîvalê bûn û min xelata yekem a aktora jin bi dest xist.”

Festîvala Şanoyê ya Trablusê ya li Lubnanê di 27ê Tebaxa 2022yan de dest pê kir û çar roj berdewam bû, di festîvalê de grûpên şanoyê yên Cezayîr, Tûnis, Meksîka, Îraq, Oman, Îtalya, Îspanya û Lubnanê beşdar bûn.