Rûsya careke din gefa bikaranîna çekê atomî dixwe

Rayedarên Rûsyayê careke din amaje bi bikaranîna çekê atomî dikin û diyar dikin ku di siyaset û prensîpa serbazî ya welatê wan de rêgirî li bikaranîna çekê atomî nayê kirin.

Hewlêr (K24) – Rayedarên Rûsyayê careke din amaje bi bikaranîna çekê atomî dikin û diyar dikin ku di siyaset û prensîpa serbazî ya welatê wan de rêgirî li bikaranîna çekê atomî nayê kirin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Riyabkov ragihand, Moskow dikare çekê atomî bi kar bîne, "eger gef li hebûna wan were xwarin".

Sergey Riyabkov diyar kiriye: “Ez bînim bîra we ku prensîpa serbazî ya Rûsyayê û belgenameyeke wek 'bingehên siyaseta dewleta Rûsyayê di warê qedexekirina bikaranîna çekê atomî de' hemû wan senaryoyan diyar kiriye ku em dikarin ji aliyê teoriyê ve çekê atomî bi kar bînin.”

Riyabkov li ser wan senaryoyan ku hikûmeta wî neçar dike çekê atomî bi kar bîne, destnîşan dike, "eger bi çekê atomî an her çekekî asayî êrîş bi ser welat û hevpeymanên me de were kirin, em ê jî çekê atomî bi kar bînin".

Herwiha ragihandiye, Rûsya û welatên din nîgeraniya xwe di belavbûna çekê atomî û veguhestina wî ji Amerîkayê bo derveyî Ewropayê de nîşan dane.

Sergey Riyabkov daxwaz ji Amerîka û hevpeymanên wê yên di NATOyê de dike, şêwezeke cuda bigrin ber xwe û hest bi berpirsyariyê bikin, weke çawa Rûsya dike.