Li Êlihê du paraşûtvanan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Kercewsê ya Êlihê, 2 paraşûtvanan dema ku dixwestin dakevin erdê, li cadeya asfaltê ketin û canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku her du paraşûtvan, piştî demekê li asîmanan geriyan, xwestin bên xwarê û li ser erdê bisekinin. Lê ji ber ku kontrola xwe ji dest dan, ji bilindahiyê ketin xwarê û bi giranî birîndar bûn.

Tîmên hawarçûnê û ewlehiyê çûn cihê bûyerê û her du birîndar rakirin nexweşxaneyê, lê her duyan ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest dan.

Paraşûtvanên ku canê xwe ji dest dane, Emîn Çoban (41 salî) û Elî Ozkan (48 salî) ne.