Tirkiye: Nîv milyon penaberên Sûrî vegeriyane welatê xwe

Komelgeheke nişticihbûnê li Idlibê
Komelgeheke nişticihbûnê li Idlibê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Tirkiyeyê aşkere dike, heta niha nîv milyon penaberên Sûrî vegeriyane welatê xwe.

Berdevkê Wezareta Navxwe yê Tirkiyeyê Îsmaîl Çatakli ragihand, heta niha 521 hezar û 39 penaberên Surî vegeriyane welatê xwe. Li gor ragihandina Çatakliyî, hejmara penaberên ku li Tirkiyê dijîn jî 3 milyon û 654 hezar 866 kes in.

Çatakliyî got jî: “tenê di di meha Tebaxê de, me 28 hezar 814 penaberên neyasayî û 856 koçberên qaçax desteser kirin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di meha Gulana borî de gotibû, hikûmeta wî projeyek amade kiriye ta ku nêzîkî yek milyon koçberên Sûrî li 13 “herêmên ewle” yên ku ew ê li bakurê Sûriyê ava bike, cîbicî bike.

Di vê derbarê de, rêxistina Sûrî ya ji bo Rastî û Dadperweriyê dibêje, desthilatdarên Tirkiyê ji sala 2019an ve penaberên Sûriyê di bin navê “vegera dilxwazî” de bi darê zorê bo bakurê Sûriyê tên şandin.

Ji aliyê xwe ve ENKSê diyar dike: Tirkiyê bi awayekî fermî projeya xwe ya ku navê 'vegera dilxwazî' lê danîne, ragihandiye, da ku milyonek penaberên Sûrî yên li Tirkiyê vegerîne û 13 komelgehên li bakurê Sûriyê bi cih bike, ev proje dikeve çarçoveya proseya guhertina demografî ya bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.