Erdogan ji bo çareserkirina krîza navenda atomî ya Zaporizhia navbeynkariyê pêşkêşî Putin dike

Erdogan bi hevtayê xwe yê Rûsî Putin re gotiye ku welatê wî dikare rola navbeynkariyê derbarê navenda atomî ya Zaporizhia li Ukraynayê de bigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin de, çend babetên navçeyê gotûbêj kirin.

Erdogan bi boneya koça dawiyê ya dawî Serokê Yekîtiya Sovyetê Mîxaîl Gorbaçov, pêwendiyeke telefonê bi Putin re kir û pirse û xwesaxiya xwe pêşkêş kir.

Di wê derbarê de Serokomariya Tirkiyê, Erdogan îro Şemiyê di daxuyaniyekê de ragihand, Erdogan di pêwendiyeke telefonî bi hevtayê xwe yê Rûsî Putin re gotiye ku welatê wî dikare rola navbeynkariyê derbarê navenda atomî ya Zaporizhia li Ukraynayê de bigire.

Diyar kir jî, her du serokan pêşhatên têkildarî hinardina genimê Ukraynayê gotûbêj kirin û niyaza xwe ya berdewamkirina avakirina Navenda Atomî ya Akkuyu li Tirkiyê li gorî planên destnîşankirî, nîşan dan.

Destnîşan kir jî, Erdogan û Pûtîn li hev kirin ku dema li Samerqendê ya Ozbekistanê (lûtkeya 15-16ê Îlonê) bicivin, dê gotûbêjan li ser hûrgiliyan bikin.

Navenda Zaporizhia ku mezintirîn navenda atomî li Ewropayê ye, ji destpêka meha Adarê ve di bin kontrola hêzên Rûsî de ye, lê hin karmendên Ukraynayê karê wê berdewam dikin.

Bombebarana ji her du aliyan ve li nêzîkî vê navendê, tirseke navdewletî ji bo felaketeke atomî li pişt xwe aniye ku bandora wê dê li tevahiya Ewropayê bike.

Desthilatdarên xwecihî yên bi piştgirîya Rûsyayê ragihandin ku ji ber bombebarana berdewam, îro danê sibê xeta sereke ya elektrîkê têk çû û ev navend dîsa rawestiya.