Duyemîn Pêşangeha Xweşikî û Zewacê li Diyarbekirê tê lidarxistin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê 2. Pêşangeha Amedekariyên Zewacê ya Kozmetîk-Xweşikî û Mobîlya birêve diçe. 65 kompanyayên beşdar berhem, alet û xizmetên xwe didin nasîn. 

Li avahiya pêşangehan a Mezopotamyayê, di nabera 1 û 6’ê Îlonê de, pêşangeha xweşikî û amadekariyên zewacê tê lidar xistin. Rêvebir û beşdarên pêşangehê ji bo geşbûyîna bazara berheman pêşangehan girîng dinirxînin.

Organîzatorê Pêşangehê Mûsa Ozturk ji K24ê re got: “Me îsal nûjeniyek kir û li gel berhem û aletên xweşikî û kozmetîkê, me mobîlya jî li pêşangeha amadekariyên zewacê zêde kiriye. Em dibînin ku baş jî buye. Ji bo berhem û xizmetên ku tên hilberîn, peydakirina bazarê girîng e û pêşangeh jî derfetekî baş yê danasîn û bipêşxistina bazarê ye.”

Gulîn Çîftçî jî li Bûrsayê xwediyê kompanya ku perwerdehî û lîsansa berhem û xizmetên xweşîkîyê dide ye dibêje: “Beriya behsa karê xwe bikim, ez yekem car e ku hatim Diyarbekirê û ez heyranî bajêr mam. Li her alî bêhna dîrokê heye. Em perwerdehî û piştre jî belgeyên karkirina di kerta kozmetîkê û xizmetên xweşikiyê de didin. Em di warê xweşikiyê, epîlasyonê û kuaforî de perwerdehiyê didin, azmûnan dikin û belgeyên ku ew kes dikarin bi tendurist û ewle vî kara bikin didin. Ji ber ku di xizmetên xweşikiyê de, metirsîyên cuda hene, aramnc ew e ku wan rîskan em ji holê ra bikin.”

Abdullah Kizilay jî li Diyarbekirê marqeyên xwecîh yên xweşikî û kozmetîkê hildiberîne û tîne ziman ku ji bo danasînê û naskirina piyasê pêşangeh girîng in.

Xwediyê 2 Marqayên Kozmetîkê li Diyarbekirê Abdullah Kizilay dibêje: “65 kompanyayên ji Tirkiyê hatine beşdarin. Li Diyarbekirê jî kompanyayên ku aletên lazer û kozmetîkê hildiberînin hene û pêkve beşdarî dikin. Pêşangeh jî ji bo danasînê baş in.”

Duyemîn pêşangeha xweşikî, zewac û mobîlyayan li Diyarbekirê dest pê kir. Bi taybet di vê pêşangehê de, 65 kompanya beşdar in û berhem û xizmetên xwe didin nasîn. Pêşangeh dê heta 6’ê Îlonê ji bo serdanan vekirî bimîne.