Kompanyayên petrolê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr - Bexdayê daxwaza navbeynkariya Amerîka dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyayên petrolê yên Amerîkî yên li Herêma Kurdistanê kar dikin, daxwaz ji rêveberiya welatê xwe dikin, navbênkariyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bike.

Ajansa “Reuters” ji ser zarê çend jêderên agahdar belav kir, Kompanyayên Amerîkî daxwaz ji rêveberiya Washingtonê kirine, da ku hewlên xwe bide û pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê yên di warê petrol û enerjiyê de çareser bike.

Kompanyaya (HKN) yek ji wan kampanyayên Amerîkî ye ji rêveberiya Washingtonê re gotiye, eger pirsgirêkên petrolê yên Herêma Kurdistanê neyin çareserkirin, Tirkiye dê neçar bibe petrolê ji Îran û Rûsyayê hawerde bike, bi vê yekê jî Herêma Kurdistanê dê rastî pirsgirêkên darayî bibe.

Di meha Sibata borî de, Dadgeha Federalî ya Iraqê yasaya petrol û gaze ya Herêma Kurdistanê bi nedestûrî zanî, Hikûmeta Federal a Iraqê jî fişarê li ser Herêma Kurdistanê zêde dike, ji bo sektora petrol û enerjiya Herêma Kurdistanê kontrol bike.

Reuters belav kiriye, boriya veguhastina petrola Herêma Kurdistan û Kerkûkê bo bendera Ceyhanê li Tirkiyê, dikare rojane 900 hezar bermîl petrol hinarde bike, lê niha tenê 500 hezar bermîl rojane hinarde dike.