Karsaz daxwaza karhêsaniyên bazirganiyê di navbera Hêrema kurdistanê û Tirkiyê de dikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di 6 mehên sala 2022’an de bazirganiya Diyarbekirê ya bi herema Kurdistanê û Iraqê re, li gor 6 mehên berê nêzîkî 40 milyon dolar zêde buye, lê Karsazên Diyarbekirê, vê zêdebûnê bes nabînin û balê dikşînin ku ji ber astengiyên li derîyên sînor, kêmasiya deriyên bazirganiyê, nebûyîna seferên balafiran û ranebûyîna Vîzeyê pêwendiyên bazirganiyê yên bi herema Kurdistanê û Iraqê re qels dimînin û karsaz nikarin ji potansiyela heyî sûd werbigirin.

Şarezayên barê Bazirganî balê dikişînin ku derfetên bazirganiya Tirkiye bi Iraq û Herema Kurdistanê re, nêzîkî 10 qatê niha dikare bê kirin. lê polîtîkayên ewlekariyê yên Tirkiyê wan derfetan qels dike.

Serokê DTSO ya Diyarbekirê Mehmet Kaya ji K24ê re got: “Divê em ji du aliyan ve li bazirganiya navbera herdû aliyan binihêrin. Bi taybet piştî Rapirsîya Serxwebûnê ya li Herema Kurdistanê; Tirkiye, nikare pêwendiyên baş û rast bi Herema Kurdistanê re deyne. Ev jî herî zêde bandor li ser me dike. Iraq û bi taybet Herema Kurdistanê, ji bo Tirkiyê partnerên serekî ne ku Tirkiye pê re bazirganî dike. Divê van pêwendiyan her tim di rêza yekem de bin. Ji ber ku Tirkiye, Tiştên ku hildiberîne îxracî Herema Kurdistanê û Iraqê dike. Niha Tirkiye ji %91 ithalat dike, ji %9 ixracat dike, ji bo kêmkirina wê meqesê jî ev bazar ji bo Tirkiyê girîng e. Lê bi awayekî bê wate, polîîqayên rast nayên meşandin û bazirganî jî bi awayê pêwist bipêş nakeve. Di van 6 mehên hanê de, ji %70 îxraca ku ji Diyarbekirê hatiye kirin, ji bo Herema Kurdsitanê û Iraqê hatiye kirin. Niha Diyarbekir 165 milyon dolar, Tirkiye jî 10-11 milyar dolar bazirganî  bi wê derê re dike, Tirkiye dikare van daneyan derbixe 20-25 milyar dolaran, Diyarbekir jî dikare milyar dolarekî îxracat bike.”

Karsaz radigihînin sedema sereke ya qels û kem mayîna pêwendiyê bazirganiyê, polîtîqayên Tirkiyê ne û balê dikşînin ku heger Tirkiye rê xweş bike, dê encamên baş ji bo herdû aliyan jî peyda bibin û divê saziyên sivîl û karsaz zêdetir, li ser xweşkirina wan pêwendiyan hewlan bidin û daxwaza rakirina kêmasî, astengî û kêşeyan bikin.

Serokê Dogunsîfed’ê Şahîsmaîl Bedirhanoglû dibêje: “Di salên 2012 -2013’an de, bi rewşa hewldanên aşitiyane re, pêwendîyên bi herema Kurdistanê re; di asteke gelek baş de bûn û hêviyên ku ew pêwendî baştir bibin hebûn. Beriya wê serdemê jî, zêdetirê wê bazarê jixwe di destê Îranê de bû. Lê di wê serdemê de, herema Kurdistanê û Iraq di serî de, Tirkiye karî li bazareke berfireh bandor bike. Lê pêşketinên piştî 2016 û 2017’an pêwendiyên Tirkiyê hem bi herema Kurdistanê re, hem jî bi welatên Ereb re qels bûn. Di referandûmê de, helwesta Tirkiyê ku nîşan da û nayê qebûl kirin, bi welatên din re kêşeyên rûdan bûye sedem ku ew bazirganî bipaş bikevin.”

Li pişesaziyên Diyarbekirê cureyên ku tên hilberîn her diçe zêde dibin. Bazara sereke ya firotina wan berheman jî bi taybet Iraq û di serî de jî Herema Kurdistanê tê dîtin. Loma jî karsaz dixwazin ku rê bên xweşkirin da ku bazirganî bi hêsanî bê kirin.