14 endamên şaneyên DAIŞê li kampa Holê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Ewlekariya Hundirîn (asayiş) ragihand, di çarçoveya operasyona hemleya mirovî û ewlehiyê de, 14 endamên şaneyên DAIŞê li kampa Holê hatin girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn encamên roja dehemîn a hemleya mirovî û ewlekarî eşkere kir û diyar kir, di çarçoveya operasyona lêgerîn û paqijkirinê de, 14 endamên şaneyên DAIŞê girtin û 5 xendeqên ku ji bo veşartinê tên bikaranîn hatin dîtin.

Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest danîn ser 16 telefonên destan ên ku di binê erdê de hatibûn veşartin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji roja 25ê Tebaxa 2022an ve bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) qonaxa duyemîn a operasyona “Mirovatî û Ewlekarî” li hundirê kampa Holê daye destpêkirin.

Ev operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştî wê tê, ji destpêka îsal ve 44 kes li kampa Holê hatine kuştin, di nava wan de 14 jin û 2 zarok hebûn.

Li gor amaran, 54 hezar û 390 kes li kampa Holê bi cih dibin, ji wan 27 hezar û 816 kes Iraqî û 18 hezar û 483 Sûrî û 8 hezar û 91 malbatên DAIŞê yên biyanî ne.

Kampa Holê li bajarê Heseke ye û yek ji mezintirîn kampên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye û wek metirsîtirîn kampa li cîhanê tê binavkirin.