Barcelona birînên Sevîlyayê kûr dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Sevîlyayê şeva borî di çarçoveya gera çaremîn a La Lîgaya Îspanyayê bi encama (0 - 3) li pêş Barcelona rastî şikesteke mezin hat.

Sevîlya şeva borî di gera çaremîn a La Lîgaya Îspanyayê de li Stadyuma Ramon Sanchez Pizjuan pêşwazî li Barcelonayê kir û encama (0 - 3) têk çû.

Golên Barcelona di xulekên (21, 36, 50) de, ji aliyê Rafinha, Lewandowski û Eric Garcia ve hatin tomarkirin.

Bi vê yekê, Barcelona bi serkeftina xwe ya sêyem li pey hev, di La Lîgayê de, bi 10 pûanan pileya duyem di rêzbendiyê de girt, li pişt Real Madrid a ku şeva borî bi encama (2 - 1) bi Real Betis ket.

Ji aliyê din ve, Sevîlya di demsalê de şikesteke duyemîn li pey hev û ya sêyem xwar û heta niha pileya panzdehemîn di rêzbendiyê de cihê digire.