Li Yemenê ji ber şer û piştguhkirinê metirsî li ser bi sedan şûnwaran heye

Yemen (K24) – Ji ber rewşa şer û piştguhkirinê, roj bi roj metirsiya herifîn û hilweşînê dikeve ser cihên dîrok û şûnwarên Yemenê û beşeke mezin ji wan jî têk çûne. Mûzexaneya Niştimanî li bajarê Teizê jî, ji ber şer û aloziyan wêran bûye û bi hilweşandinê re rûbirû ye.

Piştî ku bi sedan salan li ser xwe mabû, niha stûnên Mûzexaneya Niştimanî li bajarê Teizê diherifin. Mûzexaneya Niştimanî ya Teizê dîroka wê vedigere serdea dewleta Resûlî, niha jî ji ber şer bi kavil û wêran bûye.

Rêveberê Mûzexaneyên Teizê Remzî El-Dimênî ji K24ê re got: “Pirsgirêkek heye ku pêwendiya wê bi pêwendiya parastina mûzexaneyê heye, bi taybet ku mûzexane dikeve navçeyeke nêzîkî qada şer, vê yekê jî bandor li ser mûzexaneyê heye û bûye sedema wê yekê ku gelek destnivîsên kevnar têk biçin û ji aliyê qaçaxçiyan ve bêne dizîn.”

Tenê li bajarê Teizê zêdetirî panzdeh şûnwarên arkeolojîk û dîrokî ji ber şer zirar dîtine, hin ji wan hilweşiyane û hinên din jî hîna di bin gefa metirsiyê de ne ji ber ku derz û qelşên wê roj bi roj kûr û fireh dibin. Perestgeh û qubeyên kevnar, sembolek girîng a mîmariya Yemenê ya resen nîşan didin ku paşguhkirina wê bûye metirsiyeke mezin li ser nasnameya Yemenê.

Endamê Desteya Giştî ya Şûnwaran Mehbûb El-Ceradî ji K24ê re got: “Mirov nasnameya xwe ji dest didin, dema taybetmendiyên xwe yên dîrokî, şûnwar, keleh û mûzexane nemînin, ji ber ku ew wek saziyeke perwerdehiyê ji civakê re tê hejmartin.”

Berê Yemeniyan xwe ligel dijwariya sirûşta xwe guncandibû û li serê çiyayan keleh çêkirin, ev avahî jî şert û mercên leşkerî û siyasî yên serdemên cihêreng ên Yemenî tê de jiyane nîşan dide, lê rewşa şerê di nav heft salan de, encamên wêranker li şûn xwe hiştine.

Bi berdewamiya herifîna şûnwaran û cihên arkeolojîk û paşguhkirina restorasyona wan re, rewşa dîrokî û geştiyariyê di metirsiyê de ye, ku ji hêla pisporan ve wekî windabûna şaristaniyek bi hezaran salî tê zanîn.