Turkan Elçî yekem romana xwe îmze kir

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Mafnas û nivîskar Turkan Elçî romanek ku lehengên wê çûk in nivîsand. Turkan Elçî ya hevjîna Tahîr Elçî yê ku li ber Minareya Çarling ya Diyarbekirê hatibû kuştin beşdarî çalakiya danasîn û îmzeyê ya romana xwe bû. Navê romanê “Qijika Şîn” e. Turkan Elçî got; romana wê, çîroka rêwîtiya şînê ye. Xwîneran jî gotin ku; Turkan Elçî, êşên civakî bi zimanê çûkan aniye zimên û berhemeke hêja nivîsiye.

Turkan Elçî bi salan mamosteya wêjeya tirkî bû. Piştî ku hevjînê wê Tahîr Elçî yê Serokê Baroya Diyarbekirê di 28ê mijdara 2015an de hat kuştin wê dest ji mamostetiyê berda û xwendina mafnasî temam kir û dest bi nivîskariyê kir. Ew niha mafnas û nivîskar e. Turkan Elçî piştî ked û xebata 3 salan yekem romana xwe ya bi navê  ‘Qijika Şîn” nivîsand. Lehengên romanê ji çûkan pêk tên. Romana Turkan Elçî alegorîk e. Di romanê de bi awayeke sembolîk behsa têkoşîna çûkan ya li hemberî binpêkirina mafên azadî, derbirîna raman û mafên jiyanê ji aliyê rejîmên totalîter ve dike.

Mafnas û Nivîskar Turkan Elçî ji K24ê re got: “Min xeyal kir ku dema mirov êşan dijî ew êş ji erdê ber bi asîmanan ve bilind dibin, ji ber vê yekê min xwest ku lehengên romanê çûk bin. Her dîsa çûk yek ji sembolên azadiyê ne. Tevî hemû êş û xirabiyan çûk bi tûndiyê bersivê nade, têdikoşe. Roman, peyama helwesta li dijî şer û girî dide.”

Roman, behsa guherînê jî dike. Dema ku çûk rastî êşên giran û neheqiyan tên di heman demê de jî diguherin, rengê reş yê qijakê romanê jî şîn dibe. Piştî neheqî û êşê mezin zimanekî li dijî şer derdikeve holê. Xwîneran jî gotin ku, di romanê de pirsgirêk û êşên civakî bi zimanê çûkan hatiye nivîsandin.

Amîne Pîrozxan dibêje: “Ez Turkan xanimê pîroz dikim. Ez bawer im kesên ku vê pirtûkê bixwînin dê beşeke ji jiyana xwe jî tê de bibînin. Em dibînin hejmara jinên kurd yên nivîskar jî zêde dibin, lê dixwazim ku zêdetir bêne piştgirîkirin. Ji jin û keçen kurd rica dikim ku ew zêdetir bixwînin, ji ber ku xwendin guherînê bi xwe re tîne.”

Pirtûka Turkan Elçî her çiqas çîrokên çûkan anîbe zimên jî ew polîtîk e û peyama helwesta li dijî şer û girî dide. Elçî dibêje; li kû dera cîhanê azadî û mafên jiyanê bêne binpêkirin ew der mezbele ye. Turkan Elçî da zanin; heger çûkan bidîta ku hestiyên ewladekî di nava kartonekê de radestî babê wî hatiye kirin dê matmayî biman. Turkan Elçî tîne zimên; da ku neyên jibîr kirin divê êş bêne nivîsandin û lewra ew dê berdewam binivîse.