“Ji sala 2015an ve 110 sivîl di êrîşên asmanî yên Tirkiyê de li Herêma Kurdistanê hatine kuştin”

Navenda Nûçeyan (K24) – Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê radigihîne, ji sala 2015ê heta niha 110 sivîl di operasyonên asmanî yên arteşa Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê de hatine kuştin.

Li gorî raporeke Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, li bajarên wekî Duhok, Silêmanî, Hewlêr, Şingal û Kerkûkê di encama êrîşên asmanî yên Tirkiyê de, 110 sivîl hatine kuştin û 186 sivîl jî birîndar bûne.

Enstîtûyê, ev amar ji hejmarek sazî û dezgehên navdewletî yên medyayî û mafên mirovan berhev kiriye û dibêje ji ber zehmetiyên ragihandina van êrîşan, dibe ku hejmara rastî ya sivîlan kuştî û birîndaran zêdetir bibe.

Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, rêxistineke perwerdehî û lêkolînê ye ku li ser Kurdan radiweste. Ew li Washington DC di Îlona 1996an de ji hêla Doktor Necmedîn Kerîm ve hate damezrandin, mebestên wê bilindkirina hişmendiya pirsgirêkên kurdî, pêşvebirina mafên mirovan li deverên kurdî û piştgirîkirina pêşkeftina civaka sivîl di nav Kurdan de ye.

Ji sala 2015ê ve piştî têkçûna proseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê, şer û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û Artêşa Tirkiyê de dest pê kirine, artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna baregahên PKKê, bi berdewamî navçeyên sînor ên Başûrê Kurdistanê topbaran û bombebaran dikin.