Bêwar Dêrşewî ferhengeke Kurdî – Erebî çap kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurdê ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê, Bêwar Dêrşewî piştî 14 salan ji kar, ferhengeke Kurdî – Erebî bi navê “Ferhenga Dêrşewî” çap kir.

Ferhenga Dêrşewî ku ji 1137 rûpelan û zêdeyî 250 hezar gotin pêk tê, Bêwar Dêrşewî diyar dike, wî zaravayên sereke û devokên xwecihî yên Kurdî tê de berhev kirin û ji taybetmendiya ferhenga wî, hevok bi du-sê darêjan hatine nivîsandin.

Bêwar Dêrşewî dibêje, ziman hebûna miletan e û divê Kurd kar ji bo parastina zimanê xwe bikin.