Îranê çend keştiyên nû yên şer nimayîş kir

Hêzên Deryayî yên ser bi Supaya Pasdaran a Îranê, çend keştiyên nû yên şer nimayîş kir.

Hewlêr (K24) – Hêzên Deryayî yên ser bi Supaya Pasdaran a Îranê, çend keştiyên nû yên şer nimayîş kir, di nav wan de keştiya şer a Şehîd Suleymanî heye.

Îro duşemê 5ê Îlona 2022yan, Hêzên Deryayî yên ser bi Supaya Pasdaran a Îranê di merasîmekê de, ji bilî keştiya şer Şehîd Suleymanî, her yek ji keştiyên şer ên Şehîd Rûhî û Şehîd Dara nimayîş kirin.

Li gor zanyariyên medyaya Îranê, keştiya şer a Şehîd Suleymanî, bi sîstema herî nû ya çavdêriya îstixbaratî, amûrên şerê elektronîk û diyarkirina armancan hatiye dirustkirin.

Serokerkanê Supaya Pasdaran a Îranê Mihemed Baqirî ragihandiye, keştiya şer a Şehîd Suleymanî şiyana wê heye ku xwe ji çavdêriyên îstixbaratî veşêre, di heman demê de dikare di nav avê de êrîş bike.

Beriya niha malpera Îran International ragihandibû, artêşa Îranê 100 firokeyên bêfirokevan ên ji cûreya Ebabîl-5 li Çiyayê Zagrosê veşartine, ku mûşekên Qaîm-9 hilgirtine.