Malperek ji bo data û amarên petrol û gaza Kurdistanê tê damezrandin

Hikûmeta Herêma Kurdistanê malperek ji bo belavkirina data û amarên sektora petrol û gaza Herêma Kurdistanê dadimezrîne.

Hewlêr (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê malperek ji bo belavkirina data û amarên sektora petrol û gaza Herêma Kurdistanê dadimezrîne.

Îro duşemê 5ê Îlona 2022yan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, di civîna Wezîrê Samanên Sirûştî yê bi wekalet Kemal Mihemed Salih û Berpirsê Fermangeha Medya û Zanyarî Cotyar Adil û Berpirsê Fermangeha Teknolojiya Zanyarî Hîwa Efendî de biryar li ser damezrandina malperek ji bo belavkirina kar û çalakiyên Wezareta Samanên Sirûştî û amar û datayên sektora petrol û gaza Herêma Kurdistanê hat dayîn.

Ev malper dê hêsankariyê ji bo veberhênana biryanî û rakişandina kompaniyên warê petrol û gazê û herwiha şefafiyeta zêdetir a data û zanyariyan ji bo Herêma Kurdistanê bike.