Deriyê Hacî Omran li pêş ziyaretkarên “Çileya Îmam Husên” vekirî ye

Tê pêşbînîkirin rojane 15 hezar Îranî di deriyê sînorî Hacî Omeran re derbasî Herêma Kurdistanê bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê îro Sêşemê ragihand, deriyê sîborî Hacî Omran li Herêma Kurdistanê li pêş ziyaretkarên Şîe yên ku bi mebesta beşdarbûna di merasîma “Çileya Îmam Husên” de derbas dibin, vekirî ye.

Got jî: Ziyaretkarên Çileya Îmam Husên dikarin bi rêya deriyê Hacî Omeran derbasî Herêma Kurdistanê bibin û ji wir jî biçin Necef û Kerbelayê.

Ji aliyê xwe ve, Ajansa “Mehr” Îranî jî ji zarê Parêzgarê Urmiyê Mihemed Sadiq Mutemedyan ragihand, ji bo rêwîtiya karwanên heciyên Şîe ji Pîranşarê ber bi Hacî Omran ve û ji wir jî ber bi Bexdayê ve, hevahengî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Bexdayê re hatiye kirin.

Diyar kir jî, hemû pêwîstiyên taybetî bi rêwîtiya sibê û êvarê jî ji ziyaretkaran hatine dabînkirin. Tekez kir jî, welatiyên Îranê dikarin ji demjimêr 7:30ê sibê heta saet 6:00ê êvarî derbasî Herêma Kurdistanê bibin û di dema vegerê de jî dê derî 24 demjimêran vekirî be.

Her sal bi sedhezaran misilmanên Şîe ji Iraq û ji welatên din li Necef û Kerbelaya Iraqê kom dibin, ji bo beşdarî merasima bîranîna kuştina “Îmam Husên bin Elî bin Ebû Talib” bibin.

Serperiştyarê Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran Mesûd Batîlî ji K24ê re ragihand, tê pêşbînîkirin ku îsal nêzîkî 5 milyon ziyartkar beşdarî merasîma Çileya Îmam Husên bibin û ji wê hejmarê jî tê pêşbînîkirin, dora 500 hezar bi riya Herêma Kurdistanê re biçin Necef û Kerbelayê.

Her wiha pêşbînî kir ku rojane 15 hezar Îranî di deriyê sînorî Hacî Omeran re derbasî xaka Herêma Kurdistanê bibin û piştre berê xwe bidin Necef û Kerbelayê.