Kurtefîlmekî Kurdî 8 xelatên navdewletî bi dest anîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Kurtefîlmê Kurdî “Fîtik” ku heta niha beşdarî di 18 festîvalên fîlmên navdewletî de kiriye, kariye 8 xelatan bi dest bixe.

Derhênerê Fîlmê Adil Ebdulmecîd ê ji bajarê Duhokê ji K24ê re ragihand, di festîvalên navdewletî de pêşwaziyeke baş li kurtefîlmê “Fîtik” tê kirin û heta niha kariye 8 xelatan bi dest bixe.

Adil Ebdulmecîd diyar kir jî, xelata herî giring ên ku vî kurtefîlmî bi dest anîne, Baştirîn Derhênan, Baştirîn Akterê Zarok, Baştirîn Xelata Sembolîk, Baştirîn Montaj û çend xelatên in.

Akterên sereke yên kurtefîmê Fîtik, zarokên penaber bi xwe ne û dîmenên kurtefîlmê li nava kampa Domîz a penaberên Rojavayê Kurdistanê li Duhokê hatine girtin.

Kurtefîlmê Fîtik behsa jiyan, derdeserî û zehmetiyên zarokên penaber di nava kampên Herêma Kurdistanê de dike ku bi sedema şer û milmilaneyên siyasî ji welatê xwe koçber bûne û berê xwe dane kampên Herêma Kurdistanê.