Erdogan careke din gef li Yûnanistanê xwar

“Eger dema wê hat em ê di şevekê de ji nişka  ve bên."
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan careke din gef li Yûnanistanê xwar û got “Eger dema wê hat em ê di şevekê de ji nişka  ve bên. Eger gefên wan ên binkeyên li giravên di destê wan de bi vî awayî li dijî me berdewam bin, dawiyeke sebra me jî heye. Eger ew sebra me bi dawî bû em ê tiştê pêwîst bikin.”

Recep Tayîp Erdogan îro 6ê Îlona 2022yan serdana welatê Bosnayê kir û li wî welatî ji rojnamevanan re axivî.

Erdogan 3yê Îlona 2022ê piştî hişyarîdayîna Yûnanistanê bo firokeyeke wan a şer li ser deyayaya Egeyê bi sîstema S400, gef li wî welatî xwaribûn û gotibû: “Ey Yûnanistan li dîroka xwe binêre, eger tu zêdetir zêdegaviyan bikî dê berdêla vê ji bo te giran be. Eger dema wê hat em dê tiştê pêwîst bikin. Dibe ku em di şevekê de ji nişka ve bên.”

Serokomarê Tirkiyê îro li Bosnayê jî heman gefên xwe yên li dijî Yûnanistanê dûbare kir, ku li ser pirsa rojnamevanekî ya derbarê egera operasyoneke Tirkiye bo ser Yûnanistanê de got: “Eger em dibêjin em ê ji nîşka ve bên, eger dema wê  hat dibe ku em di şevekê de ji nîşka ve bên. Eger ew ji binkeyên ku li giravan di destê wan de ne li dijî me li ser gefên ne rewa yên bi vî awayî berdewam bin, dawiya sebrê jî heye û eger sebra me dawî bû em ê tiştê pêwîst bikin.”

Piştî van gotinên Serokomarê Tirkiyê, Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Nikos Dendias li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû: “Em ê yekser derbarê naveroka daxuyaniyên provokatîf ên van çend rojên dawî yên gefên desthilatdarên Tirk de, hevalbend û hevkaran agahdar bikin daku eşkere bikin ka kî hevgirtina NATOyê têk dide.”

Gotinên Erdogan di medyaya Yunanî de jî bi berfirehî cih girtin. Medyaya Yûnanistanê gotinên wî wek “gef” binav kiribûn.