Rayedarên serbazî yên Rûsyayê ji Îranê "ne razî ne"

Yekem karwana firokeyên bêfirokevan ên Îranê gihîşte Rûsyayê, lê belê piraniya wan tûşî kêşeyên teknîkî bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekem karwana firokeyên bêfirokevan ên Îranê gihîşte Rûsyayê, lê belê piraniya wan tûşî kêşeyên teknîkî bûne û ev yek bûye sedema nerazîbûna rayedarên serbazî yên Rûsyayê.

Çend rayedarên ewlehiyê yên Amerîkayê ji rojnameya The Washington Post re ragihandine, karwana dronên Îranê roja 19ê Tebaxê bi rêya firokeya barhilgir, bo Rûsyayê hatine şandin.

Li gor zanyariyên The Washington Post, her di roja yekem a gihîştina dronan de, rayedarên Rûsyayê tûşî çendîn kêşeyên teknîkî yên dronan bûne û ev yek bûye sedema nerazîbûna rayedarên Moskowê.

Pêwendiyên Rûsya û Îranê bihêz in û Moskow biryar daye bi sedan firokeyên bêfirokevan ji Îranê bikirre.

The Washington Post diyar kiriye, ji br êrîşa serbazî bo ser Ukraynayê, dorpêça navdewletî ya berfireh li ser Rûsyayê hatiye sepandin, loma niha Moskow weke hevbeşeke aborî ya girîng û dabînkarê kelûpelên serbazî, li Tehranê dinêre.