Wezîra Derve ya Almanyayê: Kirîna gazê ji Rûsyayê bi nirxekî erzan şaşî bû

Annalena Baerbock cara yekem li wê yekê mikur hat ku kirîna gazê ji Rûsyayê bi nirxekî erzan şaşî bû û niha bûye gef li ser asayîşa niştimanî ya welatê wê.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock cara yekem li wê yekê mikur hat ku kirîna gazê ji Rûsyayê bi nirxekî erzan şaşî bû û niha bûye gef li ser asayîşa niştimanî ya welatê wê.

Annalena Baerbock diyar kir: “Bi rastî me ti car gaz ji Rûsyayê bi erzanî nekirriye, dibe ku di demeke diyarkirî de nirxê wê guncaw bûbe, lê belê sedema guncawbûna nirxê wê, xwegirêdana korane bû ku bû metirsî li ser asayîşa Almanyayê.”

Baerbock dibêje: “Me pereyê hemû gazê daye Rûsyayê, du qat, hinek caran sê qat jî li ser hîsabê asayîşa niştimanî ya welatê me bû.”

Kompaniya Rûsî ya Enerjiyê Gazprom beriya niha ragihandibû, hinardeya gaz bo Almanyayê bi rêya boriya Nord Stream, bi temamî rawestiyaye.

Gazprom sedema rawestandina gazê bi rêya Nord Stream, weke nûjenkirina beşeke projeyê nîşan daye.

Projeya Nord Stream, projeya veguhestina gazê ji Rûsyayê bo Almanyayê ye, rawestandina hinardeya gazê di vê projeyê de, bandoreke rasterast li ser bihayê sotemeniyê li Ewrûpayê dike.