Êrîşên Îsraîlê yên li ser Firokxaneya Helebê dibe sedem ku ji xizmetê derkeve

Êrîş bûye sedem ku ziyaneke madî bigihe firokexaneyê û ji xizmetê derkeve
Firokexaneya Navdewletî ya Helebê
Firokexaneya Navdewletî ya Helebê

Navenda Nûçeyan (K24) – Îsraîlê Firokxaneya Navdewletî ya Helebê bombebaran kir û ziyanên mezin gihîştine.

Jêderekî leşkerî yê Sûrî ji “SANA” re ragihand, îro şeva borî demjimêr 20:16ê, Îsraîlê bi çend mûşekan êrişeke asmanî ji aliyê Deryaya Sipî ve kir û Firokexaneya Navdewletî ya Helebê kir armanc.

Wî jêderî amaje bi wê yekê jî kir ku êrîş bûye sedem ku ziyaneke madî bigihe firokexaneyê û ji xizmetê derkeve.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ji K24ê re ragihand, embarê mîlîşyayên ser bi Îranê li nêzîk taxa Malkiye û Firokexaneya Navdewletî ya Helebê hatin armanckirin û di encamê de dengê teqînan hat û agir bi ambaran ket.

Got jî: Herî kêm 2 mûşekên Îsraîlî li nava Firokexaneya Navdewletî ya Helebê û derdora firokexaneyê ketin ku bû sedema ziyanên madî yên mezin.

Roja 31ê meha borî de jî, Îsraîlê bi çend mûşekan Firokexaneya Navdewletî ya Helebê kiribû armanc û bû sedema ziyanên madî.