Serok Barzanî: Li Iraqê ji bo çareseriya pirsgirêkan divê ferhenga hevqebûlkirinê hebe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 7ê Îlona 2022an pêşwazî li Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf û şanda pê re kir ku ji Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski û Konsulê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Ervin Hicks Jr pêk hatibû.

Di hevdîtinê de, Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn silavên Serok Biden gihandin Serok Barzanî û amaje bi wê da ku Serok Biden bi giringiyeke mezin li Herêma Kurdistanê dinêre û Herêma Kurdistanê jî yek ji karên pêşîne yên siyaseta derve ya welatê wî ye û tekez kir jî ku serwerî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê, bingehek e ji bo aramî û pêşketina navçeyê.

Di beşeke din a axaftina xwe de, tekezî li wê kir ku welatê wê gelek girîngî dide pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de û ji bilî derbirîna pêzanîna xwe ji bo rola Serok Barzanî di çareserîkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê. Daxwaz kir jî ku Serok Barzanî bi hîkmet û bandora xwe zêdetir bi rola xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkan û nehîştina xetimandina siyasî rabe.

Her di vê hevdîtinê de, Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina li şanda mêvan kir, silav û rêza wî ji bo Serok Biden hebû. Her wiha kurteyek jî derbarê rewşa siyasî ya Iraqê û hokarên xetimandina siyasî ya Iraqê de pêşkêş kir. Serok Barzanî tekezî li wê jî kir, ku çavkaniya pirsgirêk û qeyranên siyasî yên Iraqê vedigere pabendnebûna Bexdayê bi destûrê, nemane bingeha şeraket, hevsengî û lihevkirinê di proseya siyasî siyasî de û rêznegirtina li encamên hilbijartinan û proseya siyasî.

Di dirêjahiya axaftinên xwe de, Serok Barzanî ragihand ku pêwîst e babetên sereke yên di navbera Herêm û Bexdayê di çarçoveya destûrê de bêne çareserkirin û her rêkeftin û pêkhatinek divê li ser binemeya destûrê bi ronî û cidî kar li ser bê kirin. Her wiha destnîşan kir ku li Iraqê divê ji bo çareseriya pirsgirêkan, ferhenga hevqebûlkirinê hebe û nabe ti aliyek hewla tunekirina aliyekî din bide û divê rêz li destûrê bê girtin.

Derbarê bîrokeya hilbijartinên pêşwext de jî, Serok Barzanî tekez kir ku “Em ne li dijî encamdana hilbijartinên pêşwext in, bi mercê ku zemînesaziya siyasî û yasayî jê re bê kirin û ti alî û pêkhate neyin pewazxistin û rêz li encamên her hilbijartinekê ku hate kirin, bê girtin.