Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewrûpa yê li Iraqê kir

"Yekîtiya Ewrûpayê bi girîngiyê ve li Herêma Kurdistanê dinêre û rola Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina aramiya Iraq û navçeyê bilind dinirxîne."

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî îro çarşemê 7ê Îlona 2022yan li Selaheddîn pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewrûpa yê li Iraqê Ville Varjola û şandeke ligel wî kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê ragihand ku Yekîtiya Ewrûpayê bi girîngiyê ve li Herêma Kurdistanê dinêre û rola Herêma Kurdistanê ya ji bo parastina aramiya Iraq û navçeyê bilind dinirxîne. Ev yek jî xisterû ku Yekîtiya Ewrûpayê biryar daye nûnerayetiya xwe berfirehtir bike û nûnerayetiyeke herdemî li Herêma Kurdistanê damezrîne.

Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û kêşeya siyasî ya nav proseya siyasî ya Iraqê guftûgo kirin û Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê tekezî li ser destûr û diyalogê wekî bingeha çareseriya kêşeyan kir. Heman demê de pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî ya ji bo hevdû nêzîkkirina aliyên Iraqiyan hebû û piştevaniya Yekîtiya Ewrûpayê jî ji bo encamdana hilbijartinên Herêma Kurdistanê ragihand.

Di vê hevdîtinê de Serok Barzanî xweşhaliya xwe ji bo biryara Yekîtiya Ewrûpayê ya ji bo vekirina nûnerayetiya herdemî ya Yekîtiya Ewrûpayê li Herêma Kurdistanê nîşan da û derbarê hilbijartinên Herêma Kurdistanê de jî wê yekê xisterû ku Partiya Demokrat a Kurdistanê ligel wê yekê ye ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi zûtirîn dem de bêne encamdan û daxwaz jî kir ku civaka navdewletî di alîkarîkirin û çavdêrîkirina hilbijartinên Herêma Kurdistanê de rola xwe hebe.

Derbarê qeyrana siyasî ya Iraqê de jî Serok Barzanî dûpat kir ku sedema ji hev veqetîn û qeyrana siyasî ya Iraqê pêgirînebûna bi destûr û her hikûmetek jî ku di siberoja Iraqê de bê pêkanîn divê li ser bingeha bernameyeke berfireh û bihêz û parastina mafên Herêma Kurdistanê û berçavgirtina prensîpên şeraket û hevsengî û sazan û di çarçoveya destûr û diyalogê de be.