Li Mêrsînê agir bi daristanê ket: 30 mal hatin valakirin

Li taxa Buyukecelî ya Mêrsînê, ji ber sedemeke ku nayê zanîn agir bi daristanê ketiye û ji ber ku bayekî bihêz heye jî agir bi lez û bez belav dibe.
Mêrsîn
Mêrsîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê, îro dîsa agir bi daristanê ketiye û ji aliyekî ve hewlên vemirîna agir tên dayîn, ji aliyê din ve, ji bo ewlehiyê 30 malên ku li devera daristanêne, hatine valakirin.

Li gor agihiyên ku hatine belav kirin, li taxa Buyukecelî ya Mêrsînê, ji ber sedemeke ku nayê zanîn agir bi daristanê ketiye û ji ber ku bayekî bihêz heye jî agir bi lez û bez belav dibe.

Li gor zanyariyên dawî, ji bo vemirandina agirê daristanê, ji bajarên derdor jî piştgirî tên dayîn û 3 balafir, 5 helîkopter û 300 peywirdar hewla temirandina agirê daristanê didin.

Ji aliyê din ve, di çarçoveya bergiriyên ku zirarên canî çênebin jî, 30 mal û avahiyên li devera ku agir bi daristanê ketiye jî hatine valakirin.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2021ê de jî li Mêrsînê agir bi daristanan ketibû û bi rojan berdewam kiribû.