Îran tohmetên Albanyayê red dike

Wezareta Derve ya Îranê tohmetên Albanyayê yên li ser êrîşa elektronî ya Îranê li dijî saziyên hikûmeta Albanyayê red kir û weke "bêbingeh" bi nav kir.

Hewlêr (K24) – Wezareta Derve ya Îranê tohmetên Albanyayê yên li ser êrîşa elektronî ya Îranê li dijî saziyên hikûmeta Albanyayê red kir û weke "bêbingeh" bi nav kir.

Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama roja çarşemê 7ê Îlonê, Komara Îslamî ya Îranê bi wê yekê tohmetbar kir ku roja 15ê Tîrmehê, êrîşa elektronîk li dijî saziyên hikûmeta Albanyayê kiriye, da ku "xizmetguzariyên giştî asteng bike û zanyarî û e-mailên hikûmetê bi dest bixe".

Li ser vê mijarê, Wezareta Derve ya Îranê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Biryarên Albanyayê ji bo qutkirina pêwendiyên siyasî yên ligel welatê me li ser bangeşeyên bi vî rengî yên bêbingeh, em weke karekî xirab û kurtbînî di pêwendiyên navdewletî de dibînin.”

Hikûmeta Albanyayê 24 demjimêr mohlet daye dîplomat û karmendên Balyozxaneya Îranê, da ku welatê Albanyayê bi cih bihêlin.

Ji wê dema ku endamên rêxistina Mucahidînê Xelq a Îranê li Albanyayê niştecî bûne, pêwendiyên navbera herdu welatan têk çûye.