Agirê darisanên Mêrsînê didome

Navenda Nûçeyan (K24) – Şewata daristanên Mêrsînê ku duh serê sibê dest pê kiribû didome. Li navçeya Alanya ya Antalyayê jî şewat derket.

Şewata navçeya Gulnar ya Mêrsînê ku duh serê sibê dest pê kiribû didome û ji ber rabûna bayê, agir gihiştiye gundên navçeya Silîfkeyê.

Ji ber şewatê, rêya di navbera Mêrsîn û Antalya D-400 de hatiye girtin. Benzînxaneyek, cihekî geştyariyê û gelek mal hatine valakirin.

Heta niha bi giştî 303 xanî û 790 kes hatine veguhestin. Hewlên vemirandina agir ji erd û esman ve bi 11 firoke, 29 helîkopter, 138 otombêl û 850 karmendan didomin.