Li Zaxo 185 kes bi sedema xwarinekê jehrî bûn

Xwaringeheke Zaxoyê xwarina ku dem bi ser çûye firotiye welatiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber xwarina goştê dem bi ser çûye li xwaringeheke Zaxoyê, 185 kes jehrî bûn û xwediyê xwaringehê hat desteserkirin.

Qaymeqamiya Zaxo di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber cibicînekirina rênimayên tendirustiyê, duhî 185 kes ji ber xwarinekê jehrî bûn û serdana nexweşxaneya giştî ya Zaxoyê kirin.

Da zanîn jî, piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî, piraniya kesên ku jehrî bûne vegeriyan malê xwe û niha 35 kes ji wan di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Peyamnêrê K24ê li Zaxo Îsalm Yûsif got, xwaringehekê xwarina ku dem bi ser çûye firotiye welatiyan û ev jî bû sedema jehrîbûna wan.

Diyar kir, xwaringeha ku xwarina netendirust firotiye welatiyan, ji aliyê Qaymeqamiya Zaxo ve hat girtin û xwediyê wê jî hat desteserkirin.

Qaymeqamê Qezaya Zaxoyê Muşîr Mihemed ji K24ê re got: Wê xwaringehê xwarina bilez firotiye welatiyan û bûye sedema jehrîbûna xelkê. Xwediyê xwaringehê hat desteserkirin û lêkolîn derbarê vê babetê de berdewam e.