Asayişa Hewlêrê du xwişk desteser kirin ku dê û birayekî xwe kuştine

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê, du xwişkên ku dayîk û birayê xwe li bajarê Tikrîtê kuştine û piştre reviyane, girtin.

Berî nêzîkî hefteyekê ji encamdana wê tawanê û li ser daxwaza hikûmeta Iraqê, Asayîşa Hewlêrê bi hevkariya Asayişa Duhokê ew her du xwişk girtin.

Di lêkolînan de her du xwişkên tawanbar li xwe mikur hatin ku ew tawan kirine û dê mikurhatinên wan dê di bernameyeke taybet a Kurdistan24 de bên weşandin.

Jêderekî ji Asayîşa Hewlêrê ji K24ê re ragihand, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê fermana girtina wan her du tawanbaran bilez daye.

Roja 31ê Tebaxê, li bajarê Tikrîtê yê Iraqê ev tawana hovane hat kirin ku bû sedema şokeke mezin li kolana Iraqê û daxwaz hate kirin ku ew her du xwişk bêne girtin û dadgehkirina.

Her du xwişk ji bo ku xwe bigihînin axa Tirkiyê reviyan Herêma Kurdistanê, lê hêzên Asayîşê roja 7ê Îlona 2022ê karîn wan binçav bikin.