Firokeyên şer ên Rûsyayê parêzgeha Idlibê bombebaran kir

7 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, ji ber bombebarana firokeyên şer ên Rûsyayê li ser parêzgeha Idibilê ya Sûriyê, kuştî û birîndar hene.

Rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan Ramî Ebdurehman ji ajansa AFPê re ragihand, ji ber bombebarana firokeyên şer ên Rûsyayê li ser parêzgeha Idlibê ya li bakurê rojavayê Sûriyê, 7 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.

Herwiha eşkere kiriye, firokeyên şer ên Rûsyayê çend taxên parêzgeha Idlibê kirine armanc û bûye sedema kuştina 7 kesan ku ji wan 4 kes sivîl in, herwiha ragihandiye ku nasnameyên birîndaran nediyar in.