Zelensky: Piştevaniyên Amerîkayê ji bo vegerandina navçeyên dagirkirî alîkar dibin

Piştî serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Bliken bo Kîevê, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, piştevaniyên Amerîkayê bo welatê wî, dê bibe alîkar ji bo vegerandina axa dagirkirî ya Ukraynayê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî serdana Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Bliken bo Kîevê, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, piştevaniyên Amerîkayê bo welatê wî, dê bibe alîkar ji bo vegerandina axa dagirkirî ya Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve.

Volodimir Zelensky di konferanseke rojnamevanî de ragihand: “Ev amajeyeke gelek girîng e ku Amerîka li cem me ye, ev yek garantiya wê dide me ku hêzên me dê navçeyên dagirkirî vegerînin.

Li gor nûçeyeke malpera BBC, duh pêncşemê 8ê Îlonê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi serdaneke surprîz, gihîşte Kîeva paytexta Ukraynayê.

Ev serdana Antony Blinken piştî wê yekê tê, ku Washington qebareya alîkariyên welatê xwe ji bo Ukraynayê ragihand, ku bi qasî 2.7 milyar Dolar e.

Gihîştina Bliken bo Ukraynayê weke duyem serdana nepenî ya piştî êrîşên Rûsyayê bo ser Ukraynayê tê dîtin.

Blinken di vê serdanê de ligel Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li ser radestkirina alîkariyên serbazî civiya.